• Friday, 20 February 2026
logo

Aloziyên navbera Îran û Azerbayicanê kûrtir dibin

Gulan Media February 1, 2023 Nûçe
Aloziyên navbera Îran û Azerbayicanê kûrtir dibin

Azerbayican daxwaz ji welatiyên xwe dike neçin Îranê.

Piştî êrîşî ser balyozxaneya Azerbayicanê ya li Tehranê, têkiliyên navbera wan her du welatan her çend alozbûn, lê zêdetir aloz bûn û Azerbayican jî jiber vê yekê balyozxaneya xwe ya li Tehranê daxist û dîplomatên xwe jî vekêşa.

Îro jî hikûmeta Azerbayicanê huşdarî daye welatiyên xwe ku, neçin Îranê jiber ku, mimkune êrîşî ser wan were kirin.

Ji aliyeke din ve hin rayedarên Îranî jî behsa vê yekê dikin ku, êrîşên dronan yên çend roj beriya niha yên bo ser navendên pîşesaziya berevanî ya Îranê ji axa Azerbayicanê ve hatine kirin.

Top