Lavrov: Îran jî beşdarî hevdîtinên Tirkiye-Sûriyê dibe
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Sergey Lavrov ragihand ku li ser tevlîbûna Îranê di pêvajoya başkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de lihevkirinek pêk hatiye.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Misrê Samîh Şukrî piştî hevdîtina xwe ya li paytext Moskowayê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Lavrov li ser başkirina peywendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de jî diyar kir ku ew piştgiriya siyaseta Tirkiyê ya asayîkirina pêwendiyên ligel Sûriyê dikin.
Lavrov destnîşan kir ku ew amade ne di vî warî de xebatên xwe pêş bixin û got “Li ser mijara ku Îran jî beşdarî vê xebatê bibe lihevkirin hatiye kirin. Hem Rûsya, hem Îran, hem jî Tirkiye endamên sêalî yên Astana ya çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ne. Bi dîtina min aqil e ku Rûsya û Îran ji bo pêşvebirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê di pêşerojê de bi peywendiyên xwe re bibin alîkar. Xebatên li ser dem û formata taybetî berdewam dikin. Pêşveçûn gav bi gav û têgihiştinek heye ku her gav, her çend piçûk be jî, divê encamên berbiçav derxe holê.”
“Şukrî peyama Blinken gihand min”
Lavrov amaje bi wê yekê kir ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh serdana Misrê kiriye û got, Wezîrê Derve yê Misrê Şukrî peyama Blinken ya derbarê şer de ji wî re ragihandiye.
Lavrov got “Me her tim gotiye ku Rûsya amade ye guh bide her pêşniyarek cidî ku armanca wê çareseriyek berfireh a rewşa heyî ye. Me careke din bi rêya wezîr peyam bihîst ku Rûsya raweste, Rûsya ji Ukraynayê derkeve û wê demê dê her tişt baş bibe.”
Lavrov diyar kir ku NATO rasterast di şerê hîbrît ê li dijî Rûsyayê de cih digire û dibêje “Hêzên Çekdar ên Rûsyayê ji bo ku planên rojava yên li Ukraynayê pêk neyên, hemû tedbîran digirin û ev plan wê pêk neyên.”
Lavrov destnîşan kir ku ew ji ber rewşa Filistînê bi fikar in û divê muzakereyên di navbera Filistîn û Îsraîlê de ji nû ve bên destpêkirin.
“Divê şerê çekdarî yê li Ukraynayê bi dawî bibe”
Wezîrê Derve yê Misrê Samîh Şukrî ragihand ku wan di hevdîtinên duh ên ligel Blinken de pêwendiyên dualî û kirîza Rûsya û Ukraynayê gotûbêj kirine.
Şukrî diyar kir ku Blinken nêrîna xwe ya di derbarê şer de ji Lavrov re ragihandiye û wiha berdewam kir
“Nêrîna Rûsyayê jî li ser vê yekê îro bihîst. Têkilî berdewam dikin. Her kes li dû çareseriya dawî ya pirsgirêkê bi rêyên siyasî li ser maseyê ye. Armanca sereke ya xebata me ev e. Divê şerê çekdarî bi dawî bibe. Pêwîst e hemû pirsgirêk di çarçoveya pêvajoya muzakereyê de, li gorî berjewendiyên aliyan bi awayekî berfireh bên çareserkirin. Em ê bi hemû aliyên pêwendîdar re ji bo gihiştina çareseriyê berdewam bin. Her wiha ji bo dîtina çareseriyên dîplomatîk ji vê krîzê re em ê bi hemû hevkarên navneteweyî re di formên dualî an piralî de xebatên xwe bidomînin."
Rudaw
