Tirkiyê: Ji ber ku di nav navê wan de peyva Kurdistanê heye 4 partî ji nav listeya partîyên siyasi derxistin
Ji beriya niha ji bo PAKê niha jî ji bo Partiya sosyalista Kurdistanê PSKê ixtarname şandiye. Li ser vê yêkê PSKê li Cemiyeta Rojnamegerên Herêmê daxuyanîyeke da çapemenîyê.
Daxuyanî cihgirê serokê gişti Bayram Bozyel xwend û got: “Mehkeme bilind derbarê partiya me de deva girtinê vekir. Hincet eve ku nava partiya mede peyva Kurdistan heye û bernamame de ji bo doza Kurd û Kurdistan heye. Elbet ev dave û gav ji bo me surpriz nebûn. Em siyaseta Dewleta Tirk ya dijî Kurd ûrdistanê re xerip ninin.”
Hejayê gotinê ye ku Dadgeha Qanuna Bingehîn di derbarê PAK, PSK, PDK-T ê de doza daxistinê vekiriye belê heta niha ji bo PAK û PSKê ixtarname hatiye şandin.
Waar.tv
