• Sunday, 15 February 2026
logo

Lavrov: Amerîka dixwaze dewleteke biçûk ji kurdan re çêke

Gulan Media February 21, 2019 Nûçe
Lavrov: Amerîka dixwaze dewleteke biçûk ji kurdan re çêke
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov aşkere kir ku Amerîka dixwaze li rojhilatê Feratê li Sûriyê ava bike. Herwiha Lavrov aşkere jî kir dibêje pêwîste yekparçeyiya Sûriyê were parastin.

Îro çarşemê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Amrîka hewl dide Sûriyê dabeş bike, û dewletekê ji bo kurdan li rojhilatê çemê Feratê ava bike. Herweha Sergey Lavrov got Amerîka nahêle hevpeymanên wê , ji nûv re navçeyên Sûriyê yên ku ji destê teroristan hatine azadkirin ava bike û ev çend niyaza Amerîka dide xuyakirin ku Amerîka ji bo dabeşkirina Sûriyê kar dike.

Lavrov da zanîn ku divê karê yekem ê welatan parastina serweriya Sûriyê ye û civaka navdewletî bi giştî û Amerîka piştevaniya vê pêngavê dikin lê di rastî de û li ser erdê Amerîka berûvajiyê vê pêngavê kar dike û Amerîka rijde li ser avakirina dewleteke taybet bi kurdan li rojhilatê çemê Feratê.

Di beşekî din ê axaftina xwe de Lavrov dibêje Amerîka bi tenê navçeya rojhilata çemê Feratê ji nûv re ava dike û hevpeymanên xwe jî li wê navçeyê neçar dike da ku projeyên xizmetguzariyê li rojhilatê çemê Feratê encam bide û ev çend wateya nêta Amerîka bi dabeşkirina Sûriyê dide xuyakirin.

Derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê Sergey Lavrov ragihand ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê wê bandoreke erênî li dîtina çareseriyekê ji bo qeyrana Sûriyê bike, lê ew bawer nake ku Amerîka wê biryara xwe cîbecî bike.

Basnews
Top