Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî Îranê nameyek ji UNESCO re şandin
Navenda Alîkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi helkevta hatina roja cîhanî ya zimanê dayikê, di derbarê rewşa zimanê dayikê li Îranê û binpêkirina mafên pêkhateyên li wî welatî, nameyek ji UNESCOyê re şand.
Di nameya xwe de ya ji bo rêxistina UNESCO, Navenda Alîkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê dibêje, Îran welatekî pir-kultûr û pir-netewe ye û li gorî peymana cîhanî ya mafên ziman û carnameya zimanê dayikê ya rêxistina UNESCO, û peymanên navdewletî yên mafên medenî û siyasî, yên Neteweyên Yekgirtî, pêwist e her neteweyek bi zimanê dayikê bixwîne, û di parastina kultûra xwe de jî azad bin.
Herwiha ew navenda hevbeş a partiyên Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, komara Îslamî ya Îranê ti gavekê ji bo wan hemû peymanên navdewletî nahavêje ku îmzekirine, tenê Farsî weke zimanê fermî hatiye naskirin, û mafên pêkhateyên din ku zêdetir ji nîvê xelkê Îranê ne, binpê dike.
Navenda alîkariyê, Komara Îslamî bi asîmîlekirin û jinavbirina zimanê Kurdî, û guhertina demografiya Rojhilatê Kurdistanê jî tometbar dike û daxwazê ji rêxistina UNESCOyê dike ku guvaşan bixe ser desthilata Îranê, ji bo cîbicîkirina yasa û prensîpên navdewletî yên peywendîdar bi mafên zimanê dayikê.
Rudaw
