Wezareta derve ya Amerîkayê: Ti plana me ya parçe kirina Sûriyê tine!
Palladino di brîfînga medya de, ser pirseke derbarê vekişîna hêzên Amerîka yên li Sûrîyê got ku ewê wê qonaxê bi awayekî kordînekirî û bi baldarî bimeşînin.
Palladino got: ‘’Vekişandina leşkeran guherîneke taktîkî ye, di armanca me de ti guherîn çênebûye’’
Herwaha dîyar kir ku ew dixwazin ku rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmê û li seranserê cîhanê têk bibin.
Palladino da zanîn ku ew piştgirîya yekbûna axa Sûrîyê dikin û got ew dixwazin ku bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) li wî welatî çareserîyeke sîyasî çêbe.
Rayedarên Rûsya û Sûrîyê dîyar dikin ku Amerîka hewl dide ku Sûrîyê parçe bike. Herwaha duh jî wezîrê derve yê Sûriyê Sergey Lavrov ragehandibû ku, Amerîka hewl dide li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dewletekê ava bike.
Basnews
