• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Kanadayê 7 zarokên Sûrî ji ber şewatê canê xwe ji dest dan

Gulan Media February 20, 2019 Nûçe
Li Kanadayê 7 zarokên Sûrî ji ber şewatê canê xwe ji dest dan
Li bajarê Halîfaxa eyaleta Nova Scotiaya Kanadayê agir bi malekê ket 7 zarokên malbateke Sûrî canê xwe ji dest dan.



Li gorî daxuyaniya polîsên Halîfaxê, li herêma Spryfielda wî bajarê di xaniyekî li Quartz Drive de şewat derket û bi carekê agir bi xanî agir ket.



Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 7 zarokên malbatê ku biçûkê wan 3 mehî bû canê xwe ji dest dane û dayik û bavê ku hewl didan zarokên xwe rizgar bikin jî birîndar bûne.



Birîndar jî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.



Hat ragihandin ku malbata Sûrî berî 2 salan li Kanadayê bi cih bûne.



Ji aliyekî din ve lêkolîn tê kirin bê ka agir bi çi sedemê derketiye.

Rudaw
Top