• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Almanya polîs li her derê li keçeka Kurd digere

Gulan Media February 20, 2019 Nûçe
Li Almanya polîs li her derê li keçeka Kurd digere
Keça Kurd Kewyar, roja yekşemê li Eyaleta Hessen a Almanya, piştî pîrozkirina 5emîn rojbûna xwe wenda bû. Ji bo dîtina Kewyar 300 polîs û endamên agirkujiyê li her deverê bi hendaze di nav lêgerînê de ne.



Malbata Kewyarê, ji pîrozkirina 5emîn rojbûna keça xwe, li Parka Gukhagen a zarokan, ji bo Kewyarê ahengeke piçûk saz kiribû, lê piştî ahengê Kewyarê wenda bibû.



Hat ragihandin ku Kewyarê nexweşa otîzmê ye û nikare bipeyive.



Komîserê Polîsên Eyaleta Hessenê Dirk Bartuldis, di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihande ku ji ber parka Kewyarê lê wenda bûye li derveyê bajêr û nêzîkî çemê Fûldayê ye, polîs giraniya lêgerîna xwe daye wê deverê.



Bartuldis got: “Di lêgerînan de nêzîkî 300 polîs û endamên dezgeha agirkujiyê cih digirin. Helîkoptêr jî têne bikaranîn, lê belê heta niha en negihîştine encameke berbiçav.”



Polîsê Hessenê, her wiha, bi mebesta kesên ku Kewyarê bibînin û wan agahdar bikin, wêneyên Kewyarê jî parve kir.



Malbata Kewyarê demek berê ji Herêma Kurdistanê, wek penaber koçî Almanyayê kiribû.

Rudaw
Top