Serokê parlamentoya Tirkiyê dest ji kar kêşa!
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Binalî Yildirim daxwaznameya xwe ya dest ji berdana Serokatiya Parlamentoyê îmze kir. Heta hilbijartina serokekî nû, Parlamenterê MHPê Celal Adan bû Wekîlê Serokê Parlamentoyê.
Binalî Yildirim, li Parlamentoya Tirkiyê bi merasîmekê cihê xwe da Celal Adan.
Yildirim, beriya du mehan wek namzetê AK Partî bo şaredariya Stenbolê hatibû diyarkirin. Partiyên dijber jî rexneyên tund li Binalî Yildirim girtibûn ku digel bûye namzetê şaredariyê dest ji erkê Serokatiya Parlamentoyê bernade.
Binalî Yildirim jî beriya heftiyekê dabû xuyakirin, dema namzetbûna wî bi awayeke fermî were ragehandin, ewê dest ji wî erkî berde.
Basnews
