• Sunday, 15 February 2026
logo

Desteya Serokatiya Parlementoyê tê hilbijartin

Gulan Media February 18, 2019 Nûçe
Desteya Serokatiya Parlementoyê tê hilbijartin
Îro duşemê Parlementoya Kurdistanê ji bo hilbijartina desteyeke nû ya Serokatiya Parlementoyê dicive. Ji bilî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), hemû fraksiyonên parlementoyê diyar kirine ku ew dê beşdarî civînê bibin.



Civîna Parlementoya Kurdistanê dest pê kir



15:13 Civîna Parlementoya Kurdistanê bêyî fraksiyonên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê dest pê kir



Berdevkê YNKê: Em beşdarî civîna parlementoyê nabin



14:40 Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser posta Parêzgariya Kerkûkê dilniyayî nedaye me, em beşdarî civîna Parlementoya Kurdistanê nabin.



PDK: Bêyî YNKê jî civîna parlementoyê birêve diçe



14:00 Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Umêd Xoşnaw ragihand ku eger YNK amadeyî civînê nebe piştî wan çend demjimêrên ku hat paşxistin, civîn dê bêyî wan were encamdan.


Bêgerd Talebanî: Ez li ser rêkeftina bi PDKê re bi hêvî me



12:10 Seroka Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bêgerd Talebanî ragihand ku xala nakokî ya bi PDKê re mijara Kerkûkê ye, niha gotûbêjeke baş di navbera herdu partiyan de heye û got: “Ez hêvî dikim em bilez li hev bikin.”



Civîna parlementoyê dê demjimêr 15:00ê de were kirin



11:42 Serokê demkî yê Parlementoya Kurdistanê Rêvîng Hirûrî ragihand ku li ser daxwaza hemû fraksiyonên Parlementoya Kurdistanê, biryar hat dayîn ku civîn çend demjimêr were paşxistin. Fraksiyona YNKê daxwaz kiribû ku civîn 24 demjimêr were paşxistin, lê biryar hat dayîn ku civîn di demjimêr 15:00ê de were encamdan.



YNK: Em hewl didin bi PDKê re li hev bikin



11:25 Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer ji Rûdawê re ragihand: “Li gel PDK nêzîkbûneke me ya baş heye, di van çend demjimêran de ku civîna parlementoyê hat paşxistin, em hewl didin ku li hev bikin.”





YNK: Civîna parlementoyê çend demjimêran hat paşxistin



10: 45 Çavkaniyek ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 15:00 Encûmena Serkidetiya YNKê dicive û civîna Parlementoya Kurdistanê jî heta demjimêr 19:00 hat paşxistin.”



Serokên fraksiyonan di civînê de ne



10:40 Serokên fraksiyonên Parlementoya Kurdistanê li gel Serokê demkî yê Parlementoya Kurdistanê ji bo çawaniya birêveçûna rûniştina parlementoyê di civînê de ne.



Aliyên Tirkmen li hev kirin



10:30 Aliyên Tirkmen ên Herêma Kurdistanê li ser posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoyê li hev kirin. Lihevkirina fraksyonên Tirkmen ên li Parlamentoya Kurdistanê bi vî awayî ye, ku her du sal carekê kesek wê postê werbigre.



Peyamnêrê Rûdawê li Parlamentoya Kurdistanê, Senger Ebdulrehman ragihand: “Tirkmenan li ser posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Kurdistanê li hev kirin. Aliyên Tirkmen li hev kirin ku du sal carekê wê postê werbigrin, bo 2 salên yekem Muna Qehwecî dê wê postê werbigre û ji bo 2 salên duyem jî û di 01-01-2021an de Mumehed Sadedîn ji Fraksyona Partiya Geşepêdana Tirkmenî dê wê postê werbigre.”


Şêrko Cewdet: Em ji bo aktîvkirina parlamentoyê beşdarî civînê dibin



10:15 Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Berev Îslahê li Parlamentoya Kurdistanê dibêje: "Em dê di civîna parlamentoyê de amade bin, lê em deng bo desteya serokatiya parlamentoyê nadin."



Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Berev Îslahê Şêrko Cewdet, berî destpêkirina civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Me berê jî ragihandibû, ji bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê beşdarî civînê dibin, daku serokatiya parlamentoyê bê hilbijartin û parlamento aktîv be, daku em jî bikaribin rola xwe ya opozisyonê bibînin, lê em deng nadin desteya serokatiya parlamentoyê."



Şêrko Cewdet, sedema ku deng nadin Desteya Serokatiya Parlamentoyê jî bi wê yekê ve girêda ku bi baweriya wan serokatiya parlamentoyê beşek ji pakêta desthilatdariyê ye li Herêma Kurdistanê, wan jî opozisyonbûna xwe ragihandine û ji bo wan a girîng aktîvkirina parlamentoyê ye.


Bêgerd Talebanî: Ez li benda wê yekê me ku bibim Seroka Parlementoyê



10:10 Seroka Fraksiyona YNKê Bêgerd Talebanî li Parlementoya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Ez yek ji wan berbijêrên YNKê yên ji bo posta Serokê Parlementoyê me û bêguman li benda wergirtina wê postê me.”



Li ser Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoyê nakokî çêbû



10:00 Pêkhateya Tirkmen bi rêya tîr û pişkê berbijêrê xwe ji bo posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoyê destnîşan kirin, lê Partiya Geşepêdana Tirkmen ne razî ye bi wê berbijêrê ku ew jî Seroka Fraksiyona Çaksazî ya Tirkmen Muna Qehwecî ye.



Berdevkê YNKê: Me hêj li gel PDK li hev nekiriye



09:50 Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer ragihand ku heta niha li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hev nekirine û eger bi vî awayî bimîne, dê beşdarî civîna Parlementoya Kurdistanê nebin.



Nifşê Nû ji bo Serokatiya Parlementoyê berbijêr destnîşan dike



09:20 Nifşê Nû ji bo hersê serokatiyên Parlementoya Kurdistanê berbijêr destnîşan dike û diçe rikaberiya aliyên siyasî bi taybetî PDK û YNK û Tirkmenan ji bo wergirtina wan sê postan.


Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, ku Nifşê Nû her yek ji Sîpan Amêdî ji bo Serokê Parlemento, Kawe Ebdurehman ji bo Cîgirê Yekem û Mujde Mehmûd ji bo Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoya Kurdistanê dike berbijêr.


Umêd Xoşnaw: Bêguman civîn dê were kirin



09:00 Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlementoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw berî rûniştina îro ya parlementoyê ku biryar e di demjimêr 11:00ê de were encam dan, di daxuyaniyekê de li ser rûniştinê ragihand: “Li gor dema diyarkirî, divê di demjimêr 11:00ê de civîna Parlementoya Kurdistanê were kirin, hemû amadekariyên ku ji bo rûniştinê pêwîst in, hatine kirin.”

Rudaw
Top