PDK û Goranê rêkevtina navbera xwe îmze kirin
Endamê Polîtboruya PDKê, Roj Nûrî Şawêys piştî îmzekirina rêkevtinê di daxuyaniyekê de ragihand: “Me rêkevtina navbera Tevgera Goranê û Partiya Demokrata Kurdistanê îmze kir. Em hêvî dikin ev rêkevtin bibe sedema yekbûna rêzên tevahiya gelê Kurdistanê û pêşkevtina proseya siyasî, bi taybetî damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina hemû kêşeyan, ku ev yek xwesteka hemû aliyan e.”
Dr. Roj Nûrî Şawêys herwiha got: “Armanc ji vê rêkevtinê tenê ne ev e ku em û Tevgera Goranê bi tenê bixebitin, û derî vekiriye bo hemû partiyên din ku heman xwestek hene ji bo pêşxistina karûbarên welatên me û parastina destkevtên gelê me.”
Şanda Goranê îro ji bo îmzekirina rêkevtina bi PDKê re gihîştibû bajarokê Pîrmamê.
Şanda Goranê ji Celal Cewher, Mistefa Seyid Qadir û Cemal Hacî Mehmûd pêk hatibû.
Herwiha şanda PDKê jî ji Dr. Roj Nûrî Şawêys, Hûşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Azad Berwarî û Firset Sofî pêk hatibû.
Rêkevtina navbera PDK û Goranê ji 30 xalan pêk tê ku 18 xalên wê taybet in bi rewşa Herêma Kurdistanê û 12 xal jî taybet in bi Bexdayê.
Rudaw
