Aliyên Tirkmen li hev kirin
Peyamnêrê Rûdawê li Parlamentoya Kurdistanê, Senger Ebdulrehman ragihand: “Tirkmenan li ser posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Kurdistanê li hev kirin. Aliyên Tirkmen rêkevtin e ku her du sal carekê aliyek wê postê werbigre, bo 2 salên yekem Mona Qehwecî dê wê postê werbigre û ji bo 2 salên duyem jî û di 01-01-2021an de Mumehed Sadedîn ji Fraksyona Partiya Geşepêdana Tirkmenî dê wê postê werbigre.”
Seroka Fraksyona Çaksazî (Reform) ya Trikman, Mona Qehwecî pêştir di dauxyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû, ji wê re asayî ye ku kesekî din xwe ji posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Kurdistanê re berbijêr bike.
Mona Qehwecî gotibû: “Her berbijêreke din jî hebe, li gor min gelek asayî ye û ev yek proseyeke demokratîk e û li nav Parlamentoya Kurdistanê dê bi hilbijartinê bê yekalîkirin.”
Îro biryar bû Parlamentoya Kurdistanê bicive û desteya serokatiyê hilbijêre, lê belê Serokê Demkî Yê Parlamentoya Kurdistanê, Rêvng Hirûrî ragihand, ku civîna parlamentoyê bo çend demjimêran hatiye paşxistin û tekez kir, civîn dê îro saet 15:00 bê sazkirin.
Ji bilî Fraksyona YNKê, tevahiya fraksyonan amadebûna xwe bo beşdarbûna di civîna îro ya parlamentoyê de ragihandine.
Rudaw
