• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamek pêşkêşî YCDK kir

Gulan Media February 18, 2019 Nûçe
Serok Barzanî peyamek pêşkêşî YCDK kir
Bi minasebeta 66 saliya damezrandina yekîtiya ciwanên demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minaebeta 66(şêst û şeş) saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên(Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî lawan û xwendekarên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û ji bo wan hêviya serkeftinê û paşarojeke geş dixwazim.

Law û xwendekar ji dema damezrandinê ve heta niha, ji bo bi dest ve xistina azadî û pêşketin û nûxwaziyê de, li karê rêkxistiniya medenî da beşekî girîngê xebata gelê me bûne. Ev dû rêxistina têkoşer bi dirêjahiya salên karkirina xwe bûye cihê pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û gedeyên hişyar û têgihiştî ku cihê destê wan li tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de diyar û ber bi çave û li vê rêyê da qurbanî û şehîd jî bexşîne.

Xwendekar û Lawên xweşdivî! rol û bandora we li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê me da li serdema şoreşa Eylûl û Gulan û jiyana koçberî û karê medenî û zanist û fêrbûnê de, her wiha bergirîkirina mafê rewaya gelê Kurdistanê ya ji bo serbixweyiyê cihê şanaziyekî zêdeye.

We yên azîz dîrokê ji bo gelê xwe dirust kiriye û her wiha paşaroja gelê xwe ne. Ji bo wê yekê ew çaverêya ji xwendekar û lawên xweşdivî heye bi sûdwergirtina li awayê nû û hemdema xebat û bi moraleke bilindtir û çav vekiriyeke zêdetir, li pêgihandina kadîrên hişyar û bi şiyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê de berdewam bin. Ev çaverêya li we yên azîz heye ku parêzerê bihayê bilindê mîlletê me bin û bi navê gihîştina bi Kurdistanekî bihêz û geş, xwe ji bo hêviyên rewayên gelê Kurdistanê terxan bikin. Her wiha pêgihandina nifşek ku bawerî bi xwe hebê û hez ji niştimana xwe bike.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bi xêr û xweşiyê de bimînin.

Mesûd Barzanî
Top