Peyamnêrê Rûdawê: Serok Barzanî û Kosret Resûl peywendiyeke telefonî encam dan
Li gor zanyariyên Rûdawê, Kosret Resûl Elî li gel serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) axiviye û diyar kiriye ku gotinên Barzanî ji bo wan sened e.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje ku nîgeraniyên niha yên YNKê ji PDKê ew e ku dibêjin ew baş dizanîbûn ku civîna serkirdetiya YNKê di demjimêr 15:00ê de ye, lewma diviyabû civîna parlementoyê heta demjimêr 19:00an bihata paşxistin, daku YNK soza Serok Barzanî di civînê de pesend bike û piştre berbijêrê xwe ji bo posta Serokê Parlementoyê destnîşan bike.
Herwiha Peyamnêrê Rûdawê eşkere kir ku heta niha biryarek li ser paşxistina rûniştina parlementoyê tine ye û dê di demjimêr 15:00ê de civîn were kirin. Fraksiyona YNKê ne li parlementoyê ye, lewma eger heye ku rûniştin bêyî Fraksiyona YNKê birêve biçe, ku têde serok û du cîgir ji bo parlementoyê têne hilbijartin.
Rudaw
