PDKê û YNKê li hev kirin
Li gorî agahîyên WAARê PDK û YNK piştî çendîn rojên gotûbêjan îro gehiştin rêkkeftinê û fraksiyona YNKê jî dê pişikdarî rûniştina îro ya parlementoy bibe.
Li gor agahîyan YNK her îro dê berbijarê xwe jibo serokatîya parlementoy yek alî bike ku Rêwas Fayiq û Bêgerd Talebanî nabin berbijar.
Di vê derbareyê da, Letîf Şêx Omer, peyivdarê polîtborîya YNKê diyar kir; Îro li si’et 3ê yê êvarî civata serkirdatîya YNKê dicive.
PDK û YNK gehiştinîne rêkkeftineka 18e xalî û biryar bû şevêdî rêkkeftin ji alîyê mektebên siyasî yên herdu hizban ve bê îmzakirin, lê ji sedema nakokîya li ser parêzgerê Kerkûkê jibo îro hat paşxistin.
Waar.tv
