• Saturday, 31 January 2026
logo

“Naqosên Romayê” bi Kurmancî derket

“Naqosên Romayê” bi Kurmancî derket
Romana nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost a bi navê “Naqosên Romayê” ji nav weşanên Dara li Ameda Bakurê Kurdistanê derket.



Nivîskar û wergêrê Kurd Besam Mistefa ku di heman demê de hevkarekî Rûdawê ye, ev romana Jan Dost wergerand zimanê Kurdî (şêwezarê Kurmancî) û li Amedê weşand.



Besam Mistefa ji beşa “Edeb û Kultûra Rûdawê” re ragihand ku romana Naqosên Romayê romaneke serbixwe ye, lê dikare wek cildê duyem ê romana “Eşîqê Pîrewergêr” jî bê hejmartin ku ew jî pêşî bi Erebî derketibû û paşê Jan Dost bi xwe ew kiribû Kurdî û got: “Çapxaneya Dara pêwendî bi min re kir û daxwaz ji min kir ez vê berhemê wergerînim û min jî ew wergerand.”



Mistefa li ser naveroka romanê jî got: “Wek gelek romanên Jan Dost, ev roman romaneke dîrokî ye, lê nivîskar bi rêya dîrokê behsa dema niha û nakokiya di navbera Rojava û Rojhilat de dike. Bi taybetî hewl dide bîrokeyên wek lêborîna olî û biratiya mirovan li hemû cîhanê belav bike.”



Romana Naqosên Romayê cara yekem sala 2016an li Beyrûtê ji aliyê Çapxaneya Saqî bi zimanê Erebî derket. Ev roman berê bi şêwezarê Soranî jî bi navê “Zengekanî Roma” bi wergera Sebah Îsmaîl sala 2016 derketibû.

Rudaw
Top