Amerîkayê hişyarî da HSDê: Em dê alîkariyên xwe rawestînin
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞê, General Paul Joseph LaCamera, di derbarê pêwendiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên bi Rûsya û hikûmeta Sûriyê re hişyarî da HSDê.
General LaCamera got: “Eger HSD bi Rûsya yan jî bi rêveberiya Esad re hevkariyê bike, Li gorî yasayên Amerîkayê em dê alîkariyên leşkerî yên ji bo HSDê rawestînin.
LaCamera da xuyakirin, yasaya Amerîkî hevkariya li gel Rûsya û hêzên Esed qedexe dike.
Wî generalê Amerîkî yê Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞê tekez kir, ew dê li ser rahênan û biçekkirina hêzên HSDê berdewam bin eger ku ew hêz hevpeymanên wan bimînin.
General LaCamera di bersiva vê pirsê de ku ‘gelo hûn dê berdewam bin li ser piştevaniya bo HSDê eger ku HSDê hevpeymanî li gel Esed kir’, got: “Wê demê em dê pêwendiya xwe li gel HSDê qut bikin, ji ber ku ew dê biçin ba Esed, ku ti pêwendiyên me li gel wî nînin, an jî ba Rûsya, û êdî ew namînin hevbeşên me.”
Serokê Sûriyeyê Beşar Esad, duh di axavtineke xwe de bang li HSDê kiribû, heta ku dereng nebûye, vegerin himbêza dewleta Sûriyê.
Esed gotibû; “Ji bilî dewleta we (Sûriye) ti kes we naparêze. Ger hûn ji bo parastina welatê xwe, xwe amade nekin, hun dê bêçar bimînin ku bibin koleyên wan.”
Rudaw
