Beşar Esed êrişî Erdogan kir: Peyayekî biçûk yê Amerîka ye!
Serokê Sûriyê Beşar Esed, duh di civîna beşek ji rayedar û karmendên hikûmeta xwe de behsa rewşa Sûriyê kir û ragihand, tevahiya xaka Sûriyê dê were azadkirin.
Beşar Esed, bi tundî êrişî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got, Erdogan ku peyayê rêxistina Îxwan Muslimîn e, dixwaze wisa nîşan bide ku ew dikare hinek tiştan bike. Hinek caran jî tehdîdan dike…Lê di rastiyê de Erdogan peyayekî biçûk yê Amerîka ye!
Beşar Esed behsa rewşa kurdan jî kir û ragihand, bila ew bizanin ku Amerîka wan naparêze, tenê Sûriye dê wan biparêze. Amerîka wan naxe nav dilê xwe belkû dê wan bixe berîka xwe!
Basnews
