• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kir

Gulan Media February 18, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kir
Bi minasebeta 66 saliya damezrandina yekîtiya xwendekarên Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Sekreter û endamên mekteeba sekretariyeta yekîtiya xwendekarên Kurdistanê

Silavên zansit û xebat

Bi minasebeta 66 saliya damezrandina yekîtiya we ya têkoşer ( Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê) pîrozbayî li we û tevahiya kadir, endam û tevahiya xwendekarên Kurdistanê dikim.

Daxwaz dikin ku weke her tim bi lêbûrîn û hestên berpirsane bo pêşde birina karîn û asta zanistî û bihêztir kirina hestên netewî û xweşewîstiya nîştiman, bo dabîn kirina pêşerojeke geştir û asûdetir bo xak û gelê me li ser kar û xebatên rêxistinî ya xwe berdewam bin.

Careke din serkeftin û pêşkeftina zêdetir bo we dixwazim

Mesrûr Barzanî

Top