Ji parçeyên din ên Kurdistanê 283 hezar koçber li Herêma Kurdistanê dijîn
Ev koçberên ku %85ê wan ji Rojavayê Kurdistanê ne û di 2011an de piştî rûdana şerê navxweyî yê li Sûriyeyê koçî Herêma Kurdistanê kirine, bi derfetpêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemû cûre dibistan û zanîngehên herêmê perwerde dibin û ji xizmetên bingehîn ên jiyanê yên wek bi cihkirin û adanê sûd werdigirin.
Di derbarê vê babetê de Rêveberê Giştî yê Hemahengiya Qeyranan Hoşeng Mihemmed ji Rûdawê re ragihand, di 2018an de 4 hezar û 380 koçberên ji Sûriyeyê, ji ber nebûna aramî û gefên êrîşên terorî Herêma Kurdistanê bi cî hiştine, li beramber vê vegerê jî 249 hezar û 639 koçberên ji Sûriyeyê niha jî li Herêma Kurdistanê ne.
Hoşeng Mihemmed, da zanîn ku niha nêzîkî 160 rêxistinên alîkariyê yên navxweyî û biyanî, bi mebesta dabînkirina alîkariya mirovî li Herêma Kurdistanê kar û xebatên xwe berdewam dikin.
Berpirsê Yekîtiya Qotabiyan û Xwendekarên Demokrat a Rojavayê Kurdistan Ehmed Mihemmed Emîn jî ragihand ku niha li paytext Hewlêrê 300, li Duhok 150 û li Slêmanî 150, bi giştî 600 xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li zanîngehên Herêma Kurdistanê xwendinên xwe berdewam dikin.
Ehmed Mihemmed Emîn diyar kir, xwendekarên ku li zanîngehên herêmê xwendinên xwe temam dikin, ji ber mercê hemwelatîbûna Iraqî, nikarin di şirketên navneteweyî û neftê de bixebitin, ji ber vê yekê tenê dikarin di karên karta taybet de bixebitin.
Mihemmed Emîn,di derbararê xwendekarên ji Rojava yên ku li dibistanên amadeyî û qonaxên din ên xwendinê dixwînin de jî got ku di dest wan de ti dane tune ne.
Li gorî daneyên dezgeha Rêveberiya Giştî û Navendî ya Hevbeşiya Hemahengiya Qeyranan li Herêma Kurdistanê, ji Sûriyeyê 249 hezar û 639, ji Tirkiyeyê 20 hezar û 575 û ji Îranê 13 hezar û 162 û ji Felestînê jî 756 koçber û penaber li Herêma Kurdistanê niştecî ne.
Rudaw
