HDPê karnameya xwe ragihand
HDPê karnameya xwe ji bo helbijartinên heremî ragihand. Karname ji aliyê hevserokên HDPê ve hate vexwendin.
Di karnameya HDPê ji vegerina kursên zimanê kurdî heta avakirin û nûjenkirina bajarên Bakurê Kurdistanê û gellek xalên cuda cuda cih girtin, lê di rojeva hevserokê HDPê de gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yên di derbarê HDPê de hebûn.
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî ji Rûdawê re wiha got: “Suleyman Soylu wesfê xwe yê wezartiya karên navxweyî ji dest daye. Di demên helbijartinan de karên Wezarate Navxwe radestî kesên serbixwe dihatin kirin, niha ev yek rakirin û hemû Tirkiye encamên vê yekê jî dibîne. Bêhiquqî êdî bûye karekî rojane.”
Di bernameya ragehandina karnameya HDPê de namzedên HDPê yên ji tifaqên Kurdistanî jî amade bûn.
Namzedê Erxenî Endamê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya jî got: “Partiyên wekî me ji ber ku azmûnên wan tine, me heta niha şaredarî jî nekiriye, di nav partiya me de esas û bingehên karkirina ji bo rêveberiyên heremî tine, ji ber wê em dê di dema rêveberiya xwe ya şaredariyan de li gorî felsefeya HDPê kar bikin.”
Seydayê Medresê Namzedê Navçeya Artukluyê Nuredîn Sonmez jî got: “Ez her tiştî li gorî Qurana pîroz dikim, ji bo min esas quran e. Destpêka Qurana pîroz jî hemd bi navê xwedê ye. Em ferqê naxin navbera mirovan.”
HDP di helbijartinên heremî de giringiye zêde bi vergirtina şaredariyên di destê qeyûman de dide.
Namzeda Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş jî got: “Peyamên me vê carê di derbarê demokrasî, mafê jinan, mafê xweza û parastina ekolojiyê de ne. Em dibêjin bajarên Kurda hemû yên me ne, Colemêrg ya me ye.”
Partiya Komarî ya Gel (CHP) û AK Partiyê pêştir karnameyên xwe ragihandibûn.
Rudaw
