Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê: Em dê berdewam bin li ser piştevanîkirina Kurdan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.
Gavin Williamson piştî civîna li gel Mesrûr Barzanî ji Rûdawê da xuyakirin ku dê hevkarî û peywendiyên wan li gel Herêma Kurdan û Iraqê berdewam be.
Derbarê civînê de Gavin Williamson ji Rûdawê re diyar kir ku hevdîtina lige Mesrûr Barzanî gelek bi erênî bûye û wan behsa çend mijar,n girîng kirine.
Williamson wiha got: “Civîneke gelek baş bû, me behsa gelek mijaran kir. Her tim pabendbûneke rasteqîne hebûye di navbera gelê Brîtanyayê û gelê Kurd e. Em hertim piştevanê Kurdan bûne û em dê berdewam bin li ser vê piştevanîkirina Kurdan.
Derbarê mijara mana hêzên Brîtanyayê li Iraqê de jî Williamson got: “Ez niha nikarim li ser vê mijara leşkerî biaxivim lê tişta ku ez dikarim bêjim ev e ku me bo dema çend salan peywendiyeke berdewam hebûye û ev peywendiye jî di paşarojê de dê berdewam be.
Rudaw
