• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê: Em dê berdewam bin li ser piştevanîkirina Kurdan

Gulan Media February 16, 2019 Nûçe
Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê: Em dê berdewam bin li ser piştevanîkirina Kurdan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Almanyayê bajarê Munichê li gel Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê yê Gavin Williamson civiya. Williamson piştî civîna got ku ew her tim piştevanê Kurdan bûne û ew dê berdewam bin li ser piştevanîkirina Kurdan.



Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.



Gavin Williamson piştî civîna li gel Mesrûr Barzanî ji Rûdawê da xuyakirin ku dê hevkarî û peywendiyên wan li gel Herêma Kurdan û Iraqê berdewam be.



Derbarê civînê de Gavin Williamson ji Rûdawê re diyar kir ku hevdîtina lige Mesrûr Barzanî gelek bi erênî bûye û wan behsa çend mijar,n girîng kirine.



Williamson wiha got: “Civîneke gelek baş bû, me behsa gelek mijaran kir. Her tim pabendbûneke rasteqîne hebûye di navbera gelê Brîtanyayê û gelê Kurd e. Em hertim piştevanê Kurdan bûne û em dê berdewam bin li ser vê piştevanîkirina Kurdan.



Derbarê mijara mana hêzên Brîtanyayê li Iraqê de jî Williamson got: “Ez niha nikarim li ser vê mijara leşkerî biaxivim lê tişta ku ez dikarim bêjim ev e ku me bo dema çend salan peywendiyeke berdewam hebûye û ev peywendiye jî di paşarojê de dê berdewam be.



Rudaw
Top