• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf civiyan

Gulan Media February 16, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf civiyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Almanyayê bajarê Munichê li gel Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf civiya.



Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.



Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî bidawîhatina civînê ji Rûdawê re ragihand, ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêşde bixin û derbarê civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê de jî got ku di civînê de pirsên navçeyê û bi taybetî Sûriyê gotubêj kirin.

Herwiha Mesrûr Barzanî li gel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiya.



Di roja duyem a civînên Konferansa Asayişê ya Munichê de Mesrûr Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen li Munichê civiyan.

Rudaw
Top