Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf civiyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî bidawîhatina civînê ji Rûdawê re ragihand, ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê pêşde bixin û derbarê civîna ligel şanda Herêma Kurdistanê de jî got ku di civînê de pirsên navçeyê û bi taybetî Sûriyê gotubêj kirin.
Herwiha Mesrûr Barzanî li gel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiya.
Di roja duyem a civînên Konferansa Asayişê ya Munichê de Mesrûr Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen li Munichê civiyan.
Rudaw
