Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka civiya
Îro şemiyê 16/02/2019an Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di çarçovaya hevdîtinên roja duyem ê Konferansa Asayîşya Munichê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarê Îran û Iraqê Andrew Pike re civiya.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoya hevdîtinên li Munichê îro li Nûnerê Karûbarên Neteweyên Yekgirtî yê Karûbarê Sûriyê, Wezîrê Derve Îranê, Wezîrê Bergiriya Tirkiyê, Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê civiya.
Wê civînên duqolî yên Mesrûr Barzanî berdewam bikin. Tê çaverêkirin Mesrûr Barzanî berpirsên Almanya, Îmarat û welatên din bicive.
Duhê jî Mesrûr Barzanî di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Iraqê Felah Feyaz û hejmarak parlementerên Partiya Xiristiyanên Demokrat a Almanyayê ra civiya bû.
Basnews
