• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê pîrozbahî li Meserûr Barzanî kir

Gulan Media February 16, 2019 Nûçe
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê pîrozbahî li Meserûr Barzanî kir
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar civiyan. Akar pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir bi boneya berbijerkirina wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê.



Îro Şemiyê (16.02.2019) Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê de li gel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar civiya.



Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî û Hulusî Akar da ragihand ku di civînê de çend pirsgirêkên girîng guftûgo kirin.



Li gor daxuyaniyê Akar Akar pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir bi boneya berbijerkirina wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê û herwiha jê re serkevt xwest.



Herwiha di civînê de amaje bi pêşxistina peywendiyên di navbera Tirkiye û Iraqê de hat kirin û herdu aliyan li ser geşêdanên li herêmê guftûgo kirin.



Berî wê civînê Mesrûr Barzanî li gel çend endam parlamenterên Almanya, nûnerê NYê yê karûbarê Sûriyê, wezîrê derve yê Îranê û wezîrê berevaniya Brîtanya civiya.



Biryar e di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê de Mesrûr Barzanî li gel çend berpirsên din ên navnetewî bicive.



Duh înê (15-02-2019) li bajarê Munich ê Almanyayê Konferansa Asayişê ya Munichê dest pê kir. Nêzîkî 35 serkirdeyên welatan û 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevaniyê yên welatan beşdarî konferansê bûn.



Şanda Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê Herêma Kurdistanê li Almanyayê Dilşad Barzanî beşdarî konferansê dibin.



Konferansa Asayişê ya Munichê konferanseke salane ya li ser sîstema asayişa navdewletî ye û ji sala 1963an ve tê lidarxistin.


Rudaw
Top