• Sunday, 15 February 2026
logo

Destûr nehat dayin ku HDPyî biçin mala Leyla Guvenê

Gulan Media February 16, 2019 Nûçe
Destûr nehat dayin ku HDPyî biçin mala Leyla Guvenê
Li Amedê hemu çar rêyên bajêr ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin. Taybet rêyên derdikevin mala parlementera HDPê Leyla Guven a ku eve 100 roje di greva birçibûnê deye hatin girtin. Parlementer, Reveber û aligirên HDPê yên ji 15 bajarên bakurê Kurdistanê dixwestin berev mala Leyla Guvenê bi meşin hatin astengkirin. Ti nê destûr ji bo parlementera hat dayin ew ji bi wesayêta heta 200 metra nezi mala Guvenê. Li vê derê li ser navê wan Hevserokê KCDê Berdan Ozturk daxuyanîyeke da çapemenîyê.

Ji aliye din ve di çerçoveya vê çalekîyê de li Bakurê Kurdistanê 35 kes hatin desteserkirin. Di dema mudaxaleya de serê parlementera HDPê Saliha Aydenizê lı erdê ket û hat rakirin nexweşxanê.

Herwiha ji berya çend roja HDPê goti bû emê meşê pêkbinîn û wezirê nawxweyî Suleyman Soylu jî gotibu em destur nadin.

Hejayê gotinê ye ku hevseroka KCDê û parlementera HDPê ya Colemergê Leyla Guven eve 100 rojê ji bo tecrita li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê rakirin destbi bgreva birçibunê kiriye.

Waar.tv
Top