Mesrûr Barzanî: Civîna me gelek baş bû
Mesrûr Barzanî di twitta xwe de nivîsandiye:Me cîvîneke berhemdar ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêk anî. Me behsa peywendiyên dîrokî yên xelkê Kurdistanê û Rûsyayê kir. Herwiha me behsa rewşa Sûriyê, peywendiyên bazirganî yên ligel Kurdistanê û Iraqê ligel Rûsyayê kir.
Mesrûr Barzanî Serokatiya şanda Kurdistanê di konferansa ewlekariya cîhanî a Munichê dike.
