• Sunday, 15 February 2026
logo

Berdevkê PDK: Kêşeya avakirina kabîneya nû hat çareserkirin

Gulan Media February 16, 2019 Nûçe
Berdevkê PDK: Kêşeya avakirina kabîneya nû hat çareserkirin
dibêje me li hev kiriye û kêşe hatine çareserkirin
Piştî bi dawîbûna civîna PDK û YNKê yaku îro li Silêmanî hatibû lidarxistin, berdevkên her du aliyan di presskonferansekê de axivîn.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed eşkere kir her du alî jiber xebata xwe ya dîrokî dest bi berpirsiyariyê dikin û bo çareseriya hemû pirsan komîteyên çareserkirina pirsan hatine pêkanîn.

Mehmûd Mihemed di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku hemû keşeyên peywendiya wan hene bi hukûmeta nû, serokatiya herêmê û Kerkûkê hatine çareserkirin.

Top