Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya
Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku bi fermî hatiye vexwendin a Lûtkeya Ewleyî ya Navneteweyî ya Munchen li Almanyayê, ku gelek serkirde, wezîrên derve, wezîrên bergirî û berpirsên asayişê yên welatên cîhanê tê de cîh digrin.
Di şanda bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, herweha peyvdarê hukimeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê hukimeta herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî jî cîh girtin.
Lûtkeya Munchen îro destpêkir û heta roja yekşemiyê dê dom bike.
Waar.tv
