• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan gumanan dixe ser biryara vekşîna Amerika

Gulan Media February 15, 2019 Nûçe
Erdogan gumanan dixe ser biryara vekşîna Amerika
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di kombûna Soçî de bersiva pirsên Rojnamevanan da û got: Gotinên Serokê Amerika ya vekşîna Hêzên xwe ji Surîyê, ne diyar e.

Erdogan got: Alikariya pêwist ji bo penaberan nehatiye û welatên Rojava sozên xwe yên alîkariyê bicîh neanîn.

Erdogan da zanîn: Ew dixwazin 3 Milyon penaberên li Tirkiyê, li herêmên bi ewle bicîh bikin. Lê kes alîkariya wan nake.

Erdogan got:

“Me 310 Hezar penaber me vegerandin Suriyê. Yêkitîya Ewropa soz dabû me ku harikariya penaberan bike. Lê nekir. Saziya Neteweyên Yêkbûyî ya Penaberan jî, harikariya pêwist nekir. 3 Milyon û 600 hezar penaberên Surî li Tirkiyê ne. Jibo ku ev bizivrin ve, deverên aram werin durist kirin, ku penaberan bi cîh bikîn. Li van deveran pêwiste şer nebe, aramî hebe. Van penaberan ser xaka wan bicîh bikîn.. Xaniyan bo avabikîn û cîh û war bikîn. Jibo vê yekê pere lazim e. Welatên Rojava, gelek diaxifin, lê pratikê de çi gavan na avêjin. Welatên Kendavê jî her wisa, pereyê wan gelek e, lê bo şer û kirîna çekan amade ne, lê harikariya penaberan nakin”.

K24
Top