Li Bexda 8 çekdarên ser bi Rewta Sedr ve hatin kuştin
Çavkaniyek ewleh ji Baxdayê aşkere kir ku, di encama teqîna bombeyeke çandî 8 çekdarên milîsên Seraya Selam ên ser bi Muqteda Sedr ve hatin kuştin.
Teqîn karweneke ser bi Seraya Selam li bakurê Bexdayê li ser rêya Samera- Bexda kire armanc, ajansa SkayNews li ser zarê serkirdeyekî Rewta Sedr belav kir ku, teqîn di dema derbasbûna karwaneke otombîlên Seraya Selam rûda, di encam de 8 çekdar hatin kuştin.
Li gor heman jêderê yek ji kuştiyan fermandeyê fewcekî ye li bajarê Samera yê Seraya Selam.
Basnews
