Cîgirê Erdogan: Eger dengên kurdan nebûna sîstema serokatiyê pêk nedihat!
Parlementerê berê yê kurd û cîgirê serokê giştî yê AKPê di karûbarên medyayê de, Orhan Mîroglu ji malpera tirkîya T24 re behsa hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê û dengên kurdên Bakûr kiriye.
Orhan Mîroglu diyar kiriye ku dengên kurdên Bakûr di hilbijartinan de gelekî girîng û kirîtîk in û gotiye, di referandoma 16 Nîsana 2017 de 2 milyon alîgirên HDPê dengê “erê” dabûn. Eger dengên wan nebûna sîstema serokatiyê pêk nedihat.
Cîgirê Erdogan daye xuyakirin ku ew di hilbijartinên vê carê de jî dixwazin dengên kurdan bi dest bînin û gotiye, êdî HDP mîna berê nikare dengên kurdan bi dest bîne. Ji ber ku HDPê beriya niha bi paradîgma “xweseriya demokratîk” kurd li dû xwe dikişand lê dî ev paradîgma pûç bûye. Namzedên HDPê jî hemû lawaz in û nikarin hevrikiya namzedên me bikin.
Wî berpirsê kurd yê AKPê behsa sîstema nû di bajarvaniyê de jî kiriye û gotiye, em dixwazin bajarvaniyek aktîf pêş bixin, ji ber wê jî emê konseyên gel ava bikin. Helbet ji bo vê jî divê êdî siyaseta danîna qeyûman (şaredarên sepandî) nemîne û her namzedê/a ku bi dengên gel hat hilbijartin, di posta xwe de bimîne.
Basnews
