• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Netewên Yekgirtî destxweşî li Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî hat kirin

Gulan Media February 14, 2019 Nûçe
Li Netewên Yekgirtî destxweşî li Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî hat kirin
Balyozê Sahilê Ac ê li Netewên Yekgirtî ragihand, ew pêşwazî li civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dikin.



Di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Iraqê de, Balyozê Sahilê Acê yê li Netewên Yekgirtî û endamê Encûmena Asayişa Navdewletî, Kacou Houadja Leon Adom di gotarekî de pêşwazî li civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir.



Balyozê Sahilê Acê got: “Em pêşwazî li civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî dikin, bi taybetî piştî wan kêşeyên ku bi sedema referandumê û rewşa Kerkûkê di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çê bûbûn”.



Êvara roja çarşamî 13ê Sibata 2019an bi dema Amerîkayê, Emcûmena Asayişa Navdewletî civîneke taybet derbarê Iraqê de encam da.



Di civînê de Şandera Netewên Yekgirtî ya bo Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert raportek pêşkêş kir û têde behsa pirsên derbarê Iraqê û Herêma Kurdistanê de kir.



Jeanine Hennis-Plasschaert pêşwazî li hevahengî û rêkevtinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir û got: “Neteweyên Yekbûyî bi fermî pêşwazî li rêkevtina 16ê Kanûnê ya navbera Hewlêr û Bexdayê dike. Divê cîbicîkirina rêkevtina 16ê Kanûnê armanca sereke ya Hewlêr û Bexdayê be.”



Hennis-Plasschaert diyar kir: “Ez ji Bexda û Hewlêrê daxwaz dikim ku vê derfetê bi kar bînin, ji bo nehiştina ciyawaziyên xwe û gihiştina bi çareseriyeke demdirêj derbarê mijarên diyar de.”



Roja 7ê Sibata îsal Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kiribû û li gel Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî civiyabû. Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî di vê hevdîtinê de tekezî li ser “bêtir pêşxistina pêwnediyan û hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan di hemû waran de” kiribûn.

Rudaw
Top