• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Îranê herî kêm 30 leşker hatin kuştin

Gulan Media February 14, 2019 Nûçe
Li Îranê herî kêm 30 leşker hatin kuştin
Li gor jêderên nûçeyan îşev li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya li Başûrê Îranê, êrîşî ser paseke spaha qodis ya Îranê hatiye kirin û bi dehan leşker hatine kuştin.

Jêderên nûçeyan belav kirin ku di encama êrîşa han de yaku xwekujî bûye û paseke spaha pasdaran ya Îranê kiriye amanc, herî kêm 20 leşkerên Îranî hatine kuştin û 20 leşkerên din jî birîndar bûne.

Tê gotin ku birîna 10 ji leşkerên birîndar gelek xedare lewre fikar hene ku hijmara kuştiyan hîn zêdetir bibe.
Top