Hêmin Hewramî: Rêkeftin bibe nebe, Parlemanto dicive
Îro serokên firaksiyonên Palemantoya Kurdistanê civiyan, piştî civînê jî Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de û kandîdê partiya xwe bo posta Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemantoyê Hêmin Hewramî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Parlemantoya Kurdistanê roja Duşemê 18ê vê mehê berî nîvro dicive û firaksiyon çaverêyî biryara polîtburoyên partiyên xwe ne. Sibe PDK û YNKê civîneke girîng dikin û her divê rêk bikevin, ji ber ku divê rêk bikevin û dawî li vê rewşê bînin.
Amaje bi wê jî kir, Posta Serokê Parlemantoyê ji YNKê re ye û çaverê ne ku ew kandîdê xwe diyar bike û Parlemanto dest bi karê xwe bike.
Berî civîna serokên firaksiyonan jî, Serokê Firaksiyona PDKê Hêmin Hewramî dilniyabûn da xelkê Kurdistanê, ku PDK û YNKê ji bilî rêkeftinê ti bijardeyên din li pêş wan nîn e.
K24
