Li Mûşê berf gehişte 10 metreyan
Tîmên ser bi Îdareya Taybet a Mûşê li ser karê xwe yê vekirina rêyan berdewam in û heta niha karîne nêzîka 110 kîlometreyan rêya 9 gund û 12 avahiyan vekin, lê ji ber ba û bagerê hinek asteng derdikevin.
Li hinek deveran jî nêzîka 10 metreyan berf bilind bûye.
Osman Korkmaz, da zanîn ku du roj e tîmên wan hewl didin rêyan vekin lê ji ber bager û mijê hinek asteng derdikevin. Muxtarê Gundê Axilî Abdulselam Dinçer jî da zanîn ku vekirina rêyên 9 gund û 12 mezrayan bo navçeyê gelekî girîng e.
Rudaw
