• Sunday, 15 February 2026
logo

Teqîn liser sînorê Tirkiye-Sûriye

Gulan Media February 13, 2019 Nûçe
Teqîn liser sînorê Tirkiye-Sûriye
Li ser sînorê Tirkiye û Suriyê, deriyê sînorî yê Çobanbeyê otombîlek bombebarkirî hate teqandin.

Teqîn li aliyê Suriyê rû daye û li gor zanyariyên despêkê di encama teqînê de hejmarek kes canê xwe ji dest dan e û birîndar bûn e.

Piştî teqînê hejmareke zêde tîmên hawarçûnê û tîmên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê.

Deriyê sînorî yê Çobanbeyê di navbera Heleb a Suriyê û Kilîsa Tirkiyê de ye.

K24
Top