Efrîn- 2 çekdar di pevçûnên navxweyî de mirin
Li gor çavkaniyên xwecihî, hejmarek ji çekdarên Feyleq El-Şam êrîş birin ser dikana koçberê Ereb( Ebû Xesan El-Henefî), ji xelkên Xûteya Rojhilat e, û jê komeke zêr û peran dizîn, pişt re zêrciyê Ereb hawarçûn ji girûpa Cebhe El-Şamiyê xwest, wan jî çekdarên xwe şandin û pevçûnê giran di navbera herdû aliyan de li kolana Rêka Reco derketin û li şûn xwe du kuştî û sê birndar hêştin.
Tê bibîrxistin, di meha bihûrî de, bûyerên ewlehî yên wiha qewimîn û di ya herî dawî de, koçberekî ereb li ser destên çekdarên Ehrar El-Şerqiyê hate kuştin.
Basnews
