Ebdulmehdî: Em razî nabin ti binkeyeke biyanî li nav axa Iraqê hebe
Wezîrê Berevaniyê yê Ameîrkayê, Patrîk Şanahan duh sêşemiyê serdana Iraqê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ku di kabîneya nû de her bi xwe posta Wezîrê Navxwe birêve dibe, civiya.
Ofîsa Serokwezîriya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Patrîk Şanahan û Adil Ebdulmehdî di vê hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşxistina pêwnediyên navbera herdu welatan, şerê li dijî terorê û rewşa herêmê û geşedanên herêmî kirin.
Li gor daxuyaniyê, di civînê de Adil Ebdulmehdî tekezî li ser wê yekê kiriye, ku “Iraq pêdagir e li ser pêwendiyên xwe yên li gel Amerîkayê, ku di rpbirûbûna terorê û DAIŞê de rol hebûye û pêwîst e ew yek girêdayî rêkevtinên sereke be, ku ew jî têkoşîna li dijî terorê û rahênan û perwerdekirina hêzên Iraqê be, ne karên din”.
Herwiha Adil Ebdulmehdî ji Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê re gotiye: “Em razî nabin ti binkeyên biyanî li ser axa Iraqê hebin”.
Ofîsa Serokwezîriya Iraqê daye xuyakirin, Adil Ebdulmehdî di civîna li gel Patrîk Şanahan de amaje bi wê yekê kiriye, ku “biryara Iraqê serxwebûn e, nakeve jêr ti hejemonî û destwerdana ti aliyekê, Iraq jî vekiriye di rûyê welatên derdorê yên erebî û herêmî de û rijd e li ser pêwendî û hevkariyan, ku xizmeta berjewendiyên iraqiyan û bihêzkirina vejandin û seqamgîriya gelên navçeyê bike”.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê jî di vê hevdîtinê de ragihandiye, welatê wî şanaziyê bi pêwendî û hevkariya li gel Iraqê dike û bi aramî û seqamgîriya Iraqê asûde ye. Patrîk Şanahan herwiha daye zanîn ku ew bi vê mebestê hatiye Iraqê, ku rasterast guh bide nerîna hikûmeta Iraqê ya derbarê çawanî û pêşeroja pêwendiyên navbera herdu welatan.
Şanahan herwiha tekezî li ser wê yekê kiriye ku erkê hêzên Amerîkayê, rûbirûbûna DAIŞê, rahênan û perwerdekirina hêzên Iraqê û piştevanîkirina hêzên Iraqê bo jinavbirina paşmayiyên DAIŞê ye.
Amerîka li Iraqê çend binkeyên serbazî hene û derdora 5,200 serbazên wî welatî jî li Iraqê ne, ku rahênan û perwerdeya leşkerî didin hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge.
Serdana Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Iraqê di demekê de ye, ku çend aliyên Şîe dixwazin ji parlamentoyê ve biryara derxstina serbazên Amerîka ji Iraqê bidin, lê belê beşek ji aliyên Iraqî di wê baweriyê de ne ku di aliyê ewlehiyê de, Iraqê hêj jî pêwîstî bi hevkariya Amerîkayê heye.
Rudaw
