• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Ji sedî 25ê zeyta Efrînê bi rêya Tirkiyê tê firtotin’

Gulan Media February 13, 2019 Nûçe
‘Ji sedî 25ê zeyta Efrînê bi rêya Tirkiyê tê firtotin’
Serokê Encumena Xwecihî ya Efrînê Saîd Silêman dibêje ku demekê li Efrînê dizî û talanek zêde hebû, lê piştî çend operasyonên Tirkiyê niha rewş aram dibe. Li aliyê din Serokê Jûra Bazirganiya Efrînê jî eşkere dike ku ji sedî 25 ya zeyta Efrînê bi rê û menşeya Tirkiyê ji bo derve tê şandin.



Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Seîd Silêman ji bo beşdariya konferansekê li ser meseleya Efrînê seredana Enqerê kir.



Silêman di konferansê de behsa wê yekê kir ku hê jî gellek gav lazim in heta ku li Efrînê rewş bi temamî aram bibe. Silêmanî dibêje di destpêka operasyonê de karên xirab weke dizî û talanan hatine kirin lê niha ev kar kêm bûne.



Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Saîd Silêman ji Rûdawê re wiha got: “Gellek caran dibêjin li Efrînê rewşa Kurdan nebaş e û Kurd derbeder dibin, dibe ku hindek şaşiyên biçûk bên kirin. Lê bi temamî ne wisa ye. Niha zimanê Kurdî li dibistanan de heye. Hindek şaşiyên basît hene. Şaşî li her derê çê dibin. Di mijara ewlehiyê de jî li Iraqê jî li ewropa jî kêmasî çê dibin. Lê hêdî hêdî rêkûpêkî çê dibe. Berê me bi hikumeta Tirkiyê re operasyonek kir, me hindek diz derxistin, hindek jî mane lê di demeke nêzîk de em dê wan jî derxin.”



Di heman konferansê de Serokê Jûra Bazirganî ya Efrinê Nasir Huso jî amade bû di rojeva wî de jî zêdetir mijara zeyta Efrînê hebû.



Di demekê de ku tê gotin zeyta Efrînê bi menşeya Tirkî tê firotin serokê jûra bazirganiyê jî vê yekê qebûl dike û dibêje ji bilî wê çi rêyên din bo wan nemane.



Konferansa navborî ji aliyê navenda Lekolînên Rojhilata Navîn Orsamê ve hate encam dan û ji çend sefaret û konsulxaneyan jî berpirs û mêvanên biyanî amade bûn

Rudaw
Top