Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê serdana Iraqê kir
Patrîk Şanahan dê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku niha bi xwe posta Wezîrê Berevaniyê jî birêve dibe û herwiah bi çend rayedarên din ên wî welatî re hevdîtinan pêk bîne.
Şanahan pêştir Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bû, lê piştî ku James Mattis ji posta xwe îstîfa kir, ji aliyê serokê wî welatî Donald Trump ve weke Wezîrê Berevaniyê yê Amerîla yê bi wekalet hat destnîşankirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê bi wekalet di çarçoveya geşta xwe ya bo herêmê de, duh jî serdana Efxanistanê kiribû û bi rayedarên wî welatî û herwiha fermandarên hêzên NATO yên li Efxanistanê re hevdîtin kiribûn.
Rudaw
