• Sunday, 15 February 2026
logo

Pompeo daxwaz ji Ewropayê kir ku gazê ji Rûsyayê nekirin

Gulan Media February 12, 2019 Nûçe
Pompeo daxwaz ji Ewropayê kir ku gazê ji Rûsyayê nekirin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, dijberiya Amerîkayê li beramber kirîna gaza xwezayî ji Rûsyayê ji aliyê welatên Ewropayê ve, ne bo wê yekê ye ku gaza xwezayî ji Amerîkayê bikirin û got: “Li gor Amerîkayê ev mijar pirseke girêdayî asayişa niştimanî ye”.



Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo li Mecarîstanê (Hengariya) di civîneke çapemeniyê de da xuyakirin ku ti peywendiya kirîna gaza xwezayî ji Rûsyayê ji aliyê welatên Ewropayê ve bi firotina gaza Amerîkayê ve nîne, lê ev yek li gor Amerîkayê pirseke asayişa niştimanî ye.



Pompeo got, Amerîka dixwaze hevkariya welatên Ewropayê bike, daku di warê peydakirina gaza xwezayî de bi tevahî pişta xwe bi Rûsyayê girê nedin û çavkaniyên wan ên alternative hebin, ji ber ku di dema nakokiyeke siyasî de, Rûsya vê gaza xwezayî wek kartekê li dijî welatên Ewropayê bikar tîne.



Pompeo wiha axivî: “Ti peywendiya vê bi firotina gaza Amerîkayê ve nîne, lê ev yek li gor Amerîkayê pirseke asayîşa niştimanî ye. Ev hevkarîkirina welatên Ewropayê ye daku çavkaniyên wan ên alternative hebin û bo gaza xwezayî pişta xwe bi Rûsyayê girênedin. Ev jî bo wê yekê ye eger rojekê, di demeke girîng de, yan jî di dema hebûna metirsiyeke siyasî de alternatîfa wan welatan hebe û tenê pişta xwe bi vê ve girênedin, lewra dema metirsiyeke siyasî ji aliyê Rûsyayê ve hebe, ew pêşwaziyê lê nekin”.

Rudaw
Top