• Sunday, 15 February 2026
logo

Nakokiyên serokê parlamentoyê û Eyad Ellawî teqiyan!

Gulan Media February 12, 2019 Nûçe
Nakokiyên serokê parlamentoyê û Eyad Ellawî teqiyan!
Nakokiyên serokê parlamentoya Iraqê û serokê Hevpeymaniya El Wetaniye mezin bûn û teqiyan.

Piştî mezinbûna nakokiyên wan, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, agahdariyeke hişyariyê ji serokê Hevpeymaniya El Wetaniye li parlamentoyê Eyad Elawî re da.

Di agahdariyê de Mihemed Helbûsî hişyarî da Eyad Ellawî, li gor rêjeya amade nebûn û beşdar nebûnê li parlamentoyê zêde bûye û rêjeya izinê derbas kiriye.

Parlamenterê El Wetaniye Kazim Şemerî ragehand, Mihemed Helbûsî qenciya Eyad Ellawî jibîr kiriye, ku ew berê kir parêzgerê Enbarê, piştgiriya wî kir ku bibe parêzger.

Kazim Şemerî bi ecêbmayî pirs kir, eger mesele pirsa nehatina parlamentoyê ye, çima Helbûsî Nûrî Malikî, Heyder Ebadî û Hadî Amrî agahdar nake, ku bi heman awayî rêjeya neamade bûna wan ji rêjeya iznan derbas kiriye.

Basnews
Top