• Sunday, 15 February 2026
logo

Meral Akşener: HDP şirîka veşartî ya AKP û MHPê ye!

Gulan Media February 12, 2019 Nûçe
Meral Akşener: HDP şirîka veşartî ya AKP û MHPê ye!
Seroka Partiya Îyî ya Tirkiyê Meral Akşener dibêje, HDP “şirîka veşartî” ya AKP û MHPê ye!

Zêdetirî 40 rojan bo hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê maye. Lê ji niha de piropaganda û xebaêtn hilbijartinan dest pê kirine.

Partiyên siyasî rojane êrişî hev dikin û hevdu bi tiştên sosret tohmetbar dikin.

Seroka Partiya Îyî, Meral Akşener îro di civîna firaksyona partiya xwe de li parlementoya Tirkiyê, êrişî AKP û MHPê kir.

Meral Akşener behsa rakirina “Sonda Şagirdan” kir û got, dema me pêşniyar kir “Sonda Şagirdan” dîsa li medreseyan de were gotin, HDP û AKPê red kirin. Ev jî nîşan dide ku HDP şirîka veşartî ya AKP û MHPê ye.

AKP û MHPê, ji bona hilbijartinên şaredariyan tifaqek bi navê Tifaqa Cumhûr pêk anîne. Partiya Îyî jî bi CHP û Partiya Saadetê re Tifaqa Millet pêk anîne.

Basnews
Top