Ebdulmehdî fermana girtina 100 baregehên Heşdî Şeibî da
Fermandeyê milîsên Heşdî Şeibî Mûîn Kazimî ragehand ku, ji sala borî wan dest bi cerdkirina baregehên xwe kirine û hişyarî dabûn ku, hejmarek baregeh bi navê Heşdî Şeibî hatine vekirin beşek ji wan hatin girtin û yên din heta niha jî mane.
Fermandeyê milîsên Heşdî Şeibî Mûîn Kazimî amaje bi wê yekê kir ku, di rojên borî de çend baregehên wan bi biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hate girtin.
Herwiha wî fermandeyê Heşdî Şeibî aşkere kir ku, 100 baregehên din yên sexte bi navê Heşdî Şeibî hene hemû dê bêne girtin.
Roja 7 vê mehê hêzeke ewlejiya Iraqê û hêxeke din ser bi milîsên Heşdî Şeibî ve fermandeyê hêzên Ebu Fezil El Ebas desteser kikin, sedema girtina wî jî ew bû ku, ne amadebû baregeha xwe bigre.
Basnews
