• Sunday, 15 February 2026
logo

Meşa HDPyî yan hat astengkirin

Gulan Media February 11, 2019 Nûçe
Meşa HDPyî yan hat astengkirin
Li Stenbolê bi beşdarbûna hevserok û parlementerên Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guvena ku eve 96 û grevên din yên ji bo tecrita li ser rêbrê PKKê Abdullah Ocalan xwestin meşekê pêkbin.

Belê li ser biryara wezirê navxwe Suleyman Soylu destur nehat dayîn. HDPyi yan ji li ber deriyê Hill Otelê daxuyanîyeke dan çapemenîyê.

Hevserokê HDPê Sezaî Temelli destnişankir ku eger bivên wêneyê tecritê bibinin bila li Taksimê binêrin. Herwiha Temelli got ku hemu Tirkiye dibin tecriteke girandeye. Ji aliyê din ve Pervin Buldanê ji axaftineke kir û got: “İro em hemu bi hevre hatin tecrit kirin. Ne em tinê hun ji dibin tecritê de ne. Li ser biryara Soylu ne hiştin em biçin qada Galatayê. Soylu dibeje eger ez we bimeşinim ez ne zilamim, divê ew bizanibe zilami ne bi vê çêdibe. Rawestandina kuştina erkeke ya mirovahîyê ye.”

Hejayê gotinê ye ku greva birçibûnunê Leyla Guvenê ketiye roja 96 ê û HDP ji ji bo wê çalekiyên cuda cuda dikin. Belê ev çalekî ji aliyê hukumetê ve tên asteng kirin. Peyamnêr: Mahsum

Waar.tv
Top