• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiye – Ji Dadgeha Qanûna Esasî hat xwastin partiyeka Kurdistanî bigire

Gulan Media February 11, 2019 Nûçe
Tirkiye – Ji Dadgeha Qanûna Esasî hat xwastin partiyeka Kurdistanî bigire
Serdozgeriya Tirkiyê bi fermî daxwaz ji Dadgeha Qanûna Esasî ya wî welatî kir, Partiya Komunîst ya Kurdistanê (KKP) hilweşîne.

Serokê giştî yî Partiya Komunîst ya Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, serdozgeriya Tirkiyê li Dadgeha Qanûna Esasî ya Tirkiyê li dijî partiya wan gilî kiriye û daxwaz kiriye partiya wan were girtin.

Sînan Çîftyûrek daye zanîn, serdozgeriyê ji ber hebûna peyva “Kurdistan” di nav navê partiyê de daxwazek wisa kiriye.

Serokê wê partiya Kurdistanî li hember wê nerazîbûn nîşan daye û gotiye: “Baş e lê em ne li fezayê dijîn em li Kurdistanê dijîn û siyaset dikin. Ma eger em peyva Kurdistanê rakin, Kurdistan dê nemîne!? Na!”

Navê berê yê KKPê, Partiya Azadî û Soyalîmê bû lê roja 18 Mijdara par navê xwe guhert û kir Partiya Komunîst ya Kurdistanê.

Wê partiyê bi çend partiyên din yên Kurdistanî re, ligel HDPê tifaqa Kurdistanî pêk anîne ji bona hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê.

Basnews
Top