Rêkeftina PDK û YNKê ji 18 xalan pêk tê
Seidî Ehmed Pîre diyar kir, ku rêkeftin pênaseya şêweya pêkvebûn û şirîkatiya rasteqîn a navbera YNK û PDKê dike û got: “Divê ev şirîkatî rengê xwe bide warên aborî, bazirganî, siyaseta darayî û şefafiyet, hinardekirin û firotina petrolê, herwiha guhertina hêzên Pêşmerge ji hêza partî bo hêzeke niştimanî, bi pêvajoyeke wisa ku jê re reforma Wezareta Pêşmerge tê gotin.”
Roja 5ê Sibata 2019an, polîtburoyên PDK û YNKê civiyan û di civînê de lijneyek pêk anîn ji bo nivîsandina reşnivîsa rêkeftineke siyasî, daku polîtburoyên herdu aliyan îmze bikin û li ser wê biryar were dayîn.
Seidî Pîre got: “Ez û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji bo nivîsandina reşnivîsa rêkeftina siyasî hatin erkdarkirin, lê hêj rêkeftin temam nebûye, em gihiştine wê yekê ku heta niha %80yê wê bi dawî bûye. Tenê di hinek xalan de cudahiyeke me ya kêm heye.”
Biryar e berî civîna parlementoyê di 18ê vê mehê de PDK û YNK careke din li ser asta bilind bicivin. Endamekî Serkirdetiya YNKê diyar dike ku "ew reşnivîs tê amadekirin daku civîna bê ya polîtburoya herdu aliyan îmze bikin û li gel wan daxwaz û têbîniyên Goranê dide PDKê û dê bibe karnameya hikûmetê". Herwiha destnîşan kir ku li gor reşnivîsa rêkeftinê "herdu partî agahdarê siyaseta darayî ya hikûmet û dahatan dibin û di tevgera leşkerî de nêrîna YNKê tê wergirtin û di peywendiyên derve de YNK li gor pêgeh û giraniya xwe, berpirsyarî jê re tê dayîn.”
Piştî ku lijneyan reşnivîsa rêkeftina xwe daye polîtburoyên PDK û YNKê, ji bo îmzekirinê dê bicivin û piştre di wê civînê de YNK navê berbijêrê Serokê Parlementoyê bide PDK û piştre civîna parlementoyê dê were pêkanîn.
Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji Rûdawê re ragihand: “Herdu aliyan gavên baş avêtine û li gor wê rêkeftina ku hatiye amadekirin, ji bo Bexda û derve û nava hikûmetê siyaseteke ronî dibe û ji bo pêvajoyan yekhelwestiyeke wisa tê pêkanîn ku êdî ew yek tine be ku her yek bi awayekî cuda bixwîne û destê hikûmetê girê bide.” Herwiha got: “Di vê demê de gelek civîn hatin kirin û piştre dê di vê çarçoveyê de jî rêkeftinek li ser Kerkûkê were kirin.”
Rudaw
